Şevek Bi Şeyten Re

De bila ji Şeytan
Dest pê bikim
Belko Şeytan
Elîfbaya vê toba min be
Secde dikim li pêş agirê
Semaya xwe û Şeytan.
Sarbûnek e
Dev bi volkan e
Ü volkanek e
Dev bi qeşa ye
Secde dikim bo kufriyê
Demsala pakbûnê
Ji pakiyê..
Gotina tobe
Ji nava rûpelan
Hildiweşe
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder